Siyasetmedara Kurd bû wezîra Holandayê

26 May 2021 19:26 0 dîtin
Siyasetmedara Kurd bû wezîra Holandayê

PeyamaKurd – Siyasetmedara Kurd a ji Dersîmê Dîlan Yeşilgoz, wekî Wezîra Aborî û Polîtîkayên Kişweriyê ya hikûmeta Holandayê hat erkdar kirin.

Dîlan Yeşîlgoz ku ji Lîberal a Demokrasiyê bo Gel (VVD) wekî parlamenter hatibû hilbijartin wek namzeda wezîrtiyê behsa navê wê dihat kirin ku di rêza 19an debû.

Parlamentera Kurd a Holandayê piştre derket rêza 9an ku di hilbijartinên dawî yên wezaretan de jî kete rêza 5an û wek wezîr hat erdar kirin.

Dîlan Yeşîlgoz (Yeisjes-Zegerius) sala 1977an ji malbateke Dersîmî li Enqerê hatiye dinê û sala 2017an ve li Holandayê siyasetê dike ku di hilbijartinên 25ê Gulana 2021ê de wek yek ji 150 parlamenterên parlamena Holandayê hatiye hilbijartin.


Nêviya Qazî Mihemed bo Encûmena Şaredariya Oxfordê hat hilbijartin