Jineke Kurd di hikûmeta nû ya Holandayê de dibe Wezîra Dad û Ewlehiyê

31 December 2021 21:39 0 dîtin
Jineke Kurd di hikûmeta nû ya Holandayê de dibe Wezîra Dad û Ewlehiyê

PeyamaKurd - Jina Kurd a ji Bakurê Kurdistanê Dîlan Yeşîlgoz ku nişteciha Holandayêyedi kabîneya nû ya hikûmeta Holandayê de wek Wezîra Dad û Ewlehiyê hat destnîşan kirin.

Dîlan Yeşilgoz 44 salî ye ji bajarê Dersîm ê Bakurê Kurdistanê ye. Tê çaverêkirin di hikûmeta nû ya Serokwezîrê Holandayê Mark Rothe de wek Wezîra Dad û Ewlehiyê dest bi kar bike.

Dîlan Yeşilgoz, ser bi Partiya Gel bo Azadî û Demokrasiyê (FFD) ve ye ku yek ji çar partiyên sereke ye di kabîneya nû ya hikûmeta Holandayê de.

Hikûmeta nû ya Holandayê 10ê Çileyê 2022yan dest bi kar dike.

Yeşilgoz, di 25ê Gulana 2021an de jî wek Wezîra Dewletê ya Karûbarê Aborî û Siyaseta Keşûhewayê di kabîneya sêyem a Mark Rothe de cih girtibû.

Dîlan Yeşilgoz, di 18ê Hezîrana 1977an de li Enqere ya paytexta Tirkiyê ji dayik bûye û malbata wê bi esil kurdên Dersîmê ye.