Di hilbijartinên Holandayê de berbijêra herî bihêz jineke Kurd e
PeyamaKurd - Welatiyên Holendayê îro ji bo hilbijartina pêşwext a parlamentoyê diçin ser sindoqan.
Li Holandayê dengdanê dest pê kir û dê heta saet 21:00an dengdan berdewam bike.
Koalîsyona kabîneya bi serokatiya Mark Rutte di Tîrmehê de ji ber cudahiyên li ser koçberiyê bi ser neket.
Li ser vê yekê Serokwezîrê Holendayê Mark Rutte 7ê Tîrmeha îsal îstifa kir.
Piştî Ku Mark Rutte îstifa kir, Dîlan Yeşîlgoza ku bi eslê xwe ji Dêrsima Bakurê Kurdistanê bû seroka Partiya Gel a ji bo Azadî û Demokrasiyê (VVD).
Li hemû cade û cihên giştî yên bajarê Amsterdama paytexta Holendayê posterên Dîlan Yêşîlgoz hatine daleqandin.
Tê çaverêkirin ku hilbijartin nifşekî nû yê siyasetmedaran bibe ser desthilatê û piştî 13 sal ji desthilata Mark Rutte, serokwezîrekî/e nû dest bi kar bike.
Seroka Partiya Gel a ji bo Azadî û Demokrasiyê Dilan Yeşilgozê got:
“Di siyasetê de, divê em xizmetê bikin lê di dema çend salên borî de û di siyaseta Holendayê de bi giştî, siyasetmedaran zêdetir girîngî daye xwe û wan kêmtir girîngî daye bi xelkê.
Lewra her tim vê bala min kişandiye û piştî 22ê mehê jî her ew di bala min de be.”
Parlamentoya Holendayê ji 150 kursiyan pêk tê û ji bo pêkanîna hikûmetê, pêdivî bi piştgiriya 76 parlamenteran heye.
Li gorî rapirsiyên dawî, Partiya Gel a ji bo Azadî û Demokrasiyê ya desthilatdar 27 kursiyan bi dest dixe û bi ferqeke kêm dide pêşiya Hevpeymaniya Kesk û Partiya Karkerên Holendayê ku tê pêşbînîkirin 26 kursiyan bi dest bixin.
Herwiha rapirsî behsa bilindbûna rêjeya dengên Partiya Azadî ya Holendayê ya rastgir dikin ku partiyeke dijî koçber û Îslamê ye û tê çaverêkirin 26 kursiyan bi dest bixe.
Herwiha partiyeke nû ya nav siyaseta Holendayê ku wekî Partiya Girêbesta Sosyal a Nû tê naskirin û qala reformên di sîstema siyasî ya Holendayê û sînordarkirina wergirtina hejmara koçberan dike, tê pêşbînîkirin 21 kursiyan bi dest bixe.
Li Holandayê mafê dengdanê yê 13,3 milyon kesan heye û 26 partî jî li ser bidestxistina kursiyan hevrikiyê dikin.
Eger Dîlan Yeşîlgoz wekî serokwezîr were hilbijartin, dê di dîroka Holandayê de bibe yekem serokwezîra jin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin