Siyasetmedarê Iraqî: Serok Barzanî sembola soreseke nistîmanî û mirovî ye

26 January 2021 17:57 0 dîtin
Siyasetmedarê Iraqî: Serok Barzanî sembola soreseke nistîmanî û mirovî ye

PeyamaKurd – Siyasetmedarê navdar ê Iraqî Mîsal Alosî got, Serok Barzanî sembola şoreşeke niştimanî û mirovî ye.

Siyasetmedarê Iraqî û serokê Partiya Umme ya Iraqê, Mîsal Alosî li ser hesabê xwe yê twîtterê parvekirinek kir û pirs kir: Çima hinek li hember Kurd û Kurdistanê bi kîn û hêrs in?!

Mîsal Alosî got, yên ku nexweşiya wan ya derûnî heye çi dibêjin bila bêjin, Serok Mesûd Barzanî kesekî zana, wêrek, girêdayî ol û exlaqekî bilind e û ji kesên bê nirx jî mezintir e.

Siyasetmedarê Iraqî destnîşan kir, ‘Barzanî sembola şoreşeke niştîmanî û mirovî ye û karwan diçe, ecem jî sergirdan dimînin.’