Sîyasetvanê reformxwaz û namzedê serokomariya Îranê hat girtin

10 July 2022 09:24 0 dîtin
Sîyasetvanê reformxwaz û namzedê serokomariya Îranê hat girtin

PeyamaKurd – Siyasetvanên reformxwaz û cîgirê navxwe yê berê li Îranê, Mistefa Taczade, hat girtin.

Li gorî ragihandina medyaya Îranê, desthilatdarên Îranê siyasetvanê reformxwaz Mistafa Taczade doh 9ê tîrmehê bi hinceta "komploya li dijî ewlehiya welat" girtine.

Ajansa nûçeyan ya Mêhr dîyar kir ku "fermana girtina wî ji aliyê dezgehê ve hatiye derxistin û Taczade herwiha bi tohmeta "weşandina derewan ya têkbirina aramîyê" tê tawanbar kirin.

Taczade di hilbijartinên serokomariyê de namzed bû û di sala 2009an de di dema xwepêşandanên dijî nûvehilbijartina serokê berê Mehmûd Ehmedînejad de jî hatibû girtin.