3 namzedên serokomariya Tûnisê diyar bûn
PeyamaKurd – Komîsyona hilbijartinan a Tûnisê ragihand ku destûr bo 3 namzedên serokomar bo hilbijartinan hatiye dayîn.
Serokomarê Tûnisê yê niha Qeys Sêîd cara ewil sala 2019an hatibû ser kar û piştî di sala 2021ê de serokwezîr ji wezîfê wergirtibû parlamentoya welat jî hilweşandibû.
Wê Tûnis piştî 5 salan 6ê Cotmeha 2024an ji bo hilbijartina serokomarê nû biçe ser sindoqan ku komîsyona hilbijartinan ragihand navê Qeys Seîd, Zouhair Magzhaoui û Ayachi Zammel ji bo namzediyê hatiye pejirandin.
Biryar e kampanyeya hilbijartinê 14ê Îlonê dest pê bike. Beriya navê wî fermî bibe jî namzedê serokomariyê Ayachî Zammel vê sibehê hatibû binçavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin