SOHR: Di pîrozkirina serkeftina Erdogan de herî kêm 7 kes birîndar bûn

29 May 2023 18:01 0 dîtin
SOHR: Di pîrozkirina serkeftina Erdogan de herî kêm 7 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di hilbijartinên 28ê Gulanê de ji nû ve hate hilbijartin, li herêmên wekî Efrîn, Ezaz, Bab û deverên din ên kontrola Tirkiyê çekdaran bi gule û fîşekan serkeftina Erdogan pîroz kir.

Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), di encama teqekirinan de, herî kêm 7 kes birîndar bûne.

SOHR eşkere kir: “Li Kampa El Mehmûdiye di encama teqeyan de çar kes birîndar bûn, herwiha du kesên din jî li nêzîkî firûnekê li bajarê Ezazê di encama teqeyan de birîndar bûn.”

Herwiha jinek li Kampa Saco ya li gundê Ezazê di encama ketina xwarê ya gulleyekê bi ser çadira wê de, birîndar bû.