Erdogan: Meydana Taksimê ji bo pîrozkirina 1ê Gulanê nabe

30 April 2024 20:42 0 dîtin
Erdogan: Meydana Taksimê ji bo pîrozkirina 1ê Gulanê nabe

PeyamaKurd – Çend roje ku li ser seha pîrozkirina 1ê Gulanê cejna karker û xebatkaran munaqeşe tên kirin û muxalefet bi hinek sendîkayan re dixwaze li taxa Taksîmê pîrozbahiyê bike lê serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan biryara dawiyê ji bo ciyê pîrozkirina 1ê Gulanê da û got:

“Meydana Taksimê ji bo pîrozbahiya 1ê Gulanê nabe. Muxalefet dixwaze tariyê bixe ser 1ê Gulanê. Herkes zane ku Meydana Taksimê ji bo pîrozbahiyê ciyekî rast nîne. Ez, zordayîna li ser mijarê rast nabînim.”

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan axaftina xwe li Kulliya serokkomariyê di wexta xwarinê de kir.

Erdoğan, behsa biryara CHPê kir ku dibêje wê li Meydana Taksimê pîrozbahiya 1ê Gulanê bike û got:

“Me di sala 2010an de îznê da ku li Taksimê pîrozbahiya 1ê Gulanê bikin. Muxalefet û hinek grûbên biçûk dixwazin tariyê bixin ser 1ê Gulanê. Herkes zane Meydana Taksimê ciyekî rast nîne lê pîroz bikin û zordayîna tiştekî weha rast nîne.

Ji bo pîrozkirinan li Îstenbolê 40 guzergah hatine tesbîtkirin. Ji bilî van ciyan rast nîne ku meş û xwepêşandan bên kirin û niyetekî baş nîne. Ji bo grûbên terorê zemîn amade dibe.”

Serokê CHPê yê şaxa Îstenbolê Özgür Çelik, rojek berê hemwelatiyan dawetî Taksimê kir. Berdevkê giştî yê CHPê û hem cîgirê serokê CHPê Deniz Yücel jî got:

“Em dev ji Taksimê bernadin. Serokê me yê giştî birêz Özgür Özel li wezîrê karên navxwe geriyaye û jê xwestiye ku car din li ser biryara xwe bifikirin.”