Erdogan ji 1ê Gulanê heta 3yê wê qedexe ragihand

27 April 2020 20:05 0 dîtin
Erdogan ji 1ê Gulanê heta 3yê wê qedexe ragihand

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, piştî civîna kabîneya xwe ku li Koşka Huber a Stenbolê hat kirin, daxuyanî dan.

Erdogan di çarçoveya rêkarên rûbirûbûna vîrusa koronayê de, biryara qedexeyeke nû ya çûnûhatin û derketina derve ragihand û got, wê vê hefteyê 31 bajarên Tirkiyê 3 rojan qedexe were pêkanîn ku ji 1ê Gulanê heta 3yê mehê dewam dike.

Derbarê qedexeya dawiyên heftê de jî Erdogan diyar kir ku wê heta dawiya cejna Remezanê qedexeyên çûnûhatin û derketina derve yên dawiya hefteyan (Şemî-Yekşem) berdewam bike.