SOHR: Hêzên Koalîsyonê, li sînor tetbîqatan dikin

22 August 2022 15:32 0 dîtin
SOHR: Hêzên Koalîsyonê, li sînor tetbîqatan dikin

PeyamaKurd- Ji aliyê Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Suriyeyê (SOHR) ve hat ragihandin ku bi tevlîbûna Hêzên Koalîsyona Navneteweyî, li sînorê ku Suriye û Urdun digihîjin hev, tetbîqata leşkerî hatiye kirin.

Di daxuyaniya SOHRê de hat eşkerekirin ku di tetbîqata hatiye kirin de balafirên şer ên koalîsyonê jî hatine bikaranîn û li çola ku dikeve sînorê Suriye û Urdunê ya 55 kîlometirî, bi cebilxaneyên rasteqîn, bi berdewamî tetbîqat tên kirin.

Hat ragihandin ku ev tetbîqata hêzên koalîsyonê, dibe cara duyemîn ku di nav meha tebaxê de tê kirin. Li gorî çavkaniyên ku ji aliyê SOHRê ve hatine nîşandan, Hêzên Navneteweyî yên Koalîsyonê û hêzên Ceyş Maghawir El-Thawra yên bi ser koalîsyonê ve tetbîqatan berdewam dikin û ji ber vê yekî jî li herêmê dengên teqînan berz dibin.