SOHR: Nexwesxaneya Efrînê ji aliyê rejîma Sûrî ve hatiye topbaran kirin
PeyamaKurd – Êrîşa doh 12ê Hezîranê ya bi ser navenda bajarê Efrînê de ku nexweşxaneyek jî bû armanc karvedaneke mezin çêkir.
Tirkiyê bi wê êrîşa ku li gorî zanyariyên dawî 23 kesan can daye û bi dehan kes jî birîndar bûne, hêzên kurdî tohmetbar kir û îro danê nîvro jî navçeya Til Rifetê ku di bin kontrola HSDê de ye topbaran kir.
Li ser êrîşa navenda Efrînê ragihandina HSDê û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî red kirin ku ti têkiliya wan bi wê êrîşê hebe û êrîşa ku sivîl bûne armanc şermezar kirin.
Herwiha ENKSê jî êrîş bi tundî şermezar kir û banga lêkolînê û eşkerekirina berpirsên êrîşê kir.
Li aliyê din Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) derbarê êrîşê de agahiyeke nû belav kir û da xuyakirin, di nav de 5 jin û 2 zarok 19 sivîlan di wê êrîşê de can dane û 4 çekdarên ji koma bi navê Silêman Şah jî hatine kuştin.
SOHRê herwiha diyar kiriye ku hêzên rejîma Sûriyê, ji binkeyên xwe yên li derdora gundên Ziyara û Bênê, nexweşxaneyeke li bajarê Efrînê topbaran kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin