SOHR: Pistî agirbestê bi çend saetan 15 kes ji rejîm û çekdaran hatin kustin
PeyamaKurd – Doh piştî hevdîtina Serokên Rûsya û Tirkiyê li ser mijara Idlibê rêkeftinek hatibû kirin û bo destpêka demjimêr 00:01ê îro 6ê Adarê jî agirbest hatibû ragihandin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku di saetên derengiya şevê de tevî ku Rûsya-Tirkiyê agirbest ragihand jî li devera Cebel El-Zawiyê şer di navbera hêzên rejîmê û komên çekdarên girêdayî Tirkiyê de derket û windahiyên her du aliyan çêbûne.
Hat ragihandin ku di encama şer de 6 leşkerên hêzên rejîmê û herî kêm 9 çekdarên ji "Partiya Îslamî ya Tirkistanî" ya girêdayî Tirkiyê, hatine kuştin.
SOHRê diyar kiriye ku piştî Rûsya û Tirkiye ji bo rewşa Idlibê agirbest ragihandin aramî li herêmê çêbû û balafirên şer ên Rûsyayê û hêzên rejîmê li asîmanê herêmê negeriyan, lê piştî 8 saetan ji agirbestê car din şer derket.
Di her 3 saetên destpêkê de li bejahiya Seraqibê ya rojhilatê bajarê Idlibê şer di navbera hêzên rejîmê û çekdaran de derket ku gelek top avêtin herêmên li Ebzemo û Tiqad ên bejahiya rojavayê Helebê, Fetîra û Barê yên li Çiyayê Zawiyê.
Herwiha ji aliyê xwe ve Wezareta Tirkiyê jî îro ragihandiye ku wan bersiva êrîşên rejîmê yên piştî ragihandina agirbestê daye û 21 leşkerên rejîmê kuştine.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ji sala 2018an ve cara 14an e ku ji bo Idlibê agirbest têne ragihandin ku yek ji wan jî naçe serî û piştî demekê şer ji nû ve dest pê dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin