SOHR: Pistî agirbestê Îdlib aram û bêdeng bûye
PeyamaKurd - Çavkaniyên ji Îdlibê radigihînin ku piştî agirbesta Tirkîye û Rûsyayê li herêmê pevçûn çênebûne.
Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) da zanîn ku piştî destpêka agirbestê, Îdlib aram û bêdeng bûye. SOHRê bal kişand ku li dora Îdlibê balafirên Rûsya û Artêşa Sûrîyê naxuyên.
Danûstandinên berê ji ber ku bi ser neketibûn sîvîlên herêmê bi guman li agirbesta dawî dinêrîn.
Hin şîrovekar dibêjin ku heya li herêma Îdlibê esman bo balafiran neyê qedexekirin, domandina agirbestê zor e.
Wezîrê Derve yê Holanda Stef Blok jî li civîna wezîrên derve yên welatên Yekîtîya Ewropa (YE) diyar kir ku agirbesta Îdlibê divê bi qedexekirina firînên li herêmê were xurtkirin.
Rûsya piştgirîya Artêşa Sûrîyê dike û li alîyê din Tirkîyê alîkariyê dide komên çekdar ên Sûriyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin