SOHR: Pistî revandina wê 4 çekdaran destdirêjî li keçeke Efrînî kir
PeyamaKurd – Kiryarên hovane û binpêkirinên li herêma Efrînê ku hatiye dagirkirin ji aliyê çekdarên bi ser Tirkiyê ve berdewam dikin. Herî dawî çekdaran keçeke temen piçûk ku bavê wê ji bo zewacê razî nebûye revandin û 4 çekdaran piştî destdirêjî lê kirin ew vegerandin mala wê.
Çavdêriya Mafê Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihandiye ku çekdarên bi ser Tirkiyê ve li gundê Kotana yê navçeya Bilbilê, ji bo xwestina keçeke piçûk çûne cem muxtarê gund û ew jê xwestine.
SOHRê da zanîn ku bavê keçikê qebûl nekiriye û ji ber wê jî çekdaran gef li bavê keçikê xwarine, îşkence lê kirine û keça wî jî revandine.
SOHRê daye xuyakirin ku 4 çekdarên ku keçika Efrînî revandine, destdirêjî lê kirine û piştî çend rojan jî ew vegerandine mala wê.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê jî bi mînakan raporek li ser zewacên bi zorê li Efrînê belav kiriye ku tê de dibêje, ji sedî 40 rêjeya zewaca keçên temenê wan piçûk li Efrînê zêde bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin