SOHR: Rûsya û Sûrîyê êrîsên li Îdlibê didomînin

25 July 2019 09:43 0 dîtin
SOHR: Rûsya û Sûrîyê êrîsên li Îdlibê didomînin

PeyamaKurd - Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên Rûsya û rejîma Sûriyê li Îdlibê êrîşên esmanî didomînin

Li gor SOHRê firokên Rûsya êrîş birine ser Xan Şêxûn û Tibeşê û hêzên Sûrîyê jî li Muhammbil, Dersimbil û Temanîyê êrîş pêk anîne.

Di êrîşan de 17 sivîl bûne qurbanî û hejmareke xelkê din jî birîndar bûn.

Hêjayî gointê ye ku Îdlib herêma dawî ya di destê serhildayan de ye û êrîşên dijî wê herêmê ji dawîya Nîsanê vir ve gur bûne.