Soylu: Bi Îranê re li hemberî PKKê me dest bi operasyona hevpar kirîye

18 March 2019 19:05 0 dîtin
Soylu: Bi Îranê re li hemberî PKKê me dest bi operasyona hevpar kirîye

PeyamaKurd - Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu di çarçoveya xabetên hilbijartinên herêmî li Tirkiye de, li bajarokê Serîk girêdayî Antalya de diyar kir, ku: “Ji vê sibehê ve di gel Komara Islamî ya Îranê dest bi operasyonek hevbeş hemberî PKK kirin e”.

Soylu anî ziman: “Ji vê sibehê demjimêr. 08:00an ve ji sînorê me yê rojhilat ve, ligel Îranê me dest bi operasyonek hevbeş hemberî PKKê kir, em dê nêzîk encamên vê operasyonê rabighînin”.

Berî du hefteyan Wezîrê navxweyî yê Tirkiye gotibû, ku di navbeyna Tirkiye û Îranê de danûstandin liser operasyonên hevbeş hemberî PKKê  hene. Herweha her du welat hemberî PKK di hevkariyek hawalgirî de ne.

Heman demê Cîgirê Wezîrê Navxweyî yê Îranê Zulfîkarî diyar kiribû, ku ji bo kontrolkirina bi temamî, Îran ligel Tirkiye hemberî PKKê  dikare operasyona hevbeş encam bide.