Hikûmeta Îranê girtiyeke PKKê radestî Tirkiyê dike

29 January 2022 17:28 0 dîtin
Hikûmeta Îranê girtiyeke PKKê radestî Tirkiyê dike

PeyamaKurd Hikûmeta Îranê girtiyekî PKKê, ku welatiyê Bakurê Kurdistanê ye, radestî Tirkiyê dike.

Malpera mafên mirova ya Hengaw diyar kiriye, Hikûmeta Îranê girtiya PKKê Sînor Tamara ku du sal berê ji aliyê pasdarên Îranê ve hatibû girtin û niha di girtîgeha Ûrmiyê de ye, radestî Tirkiyê dike.

Sînor Tamara welatiya Bakurê Kurdistanê ye û payîza sala 2020 di şerê PKK û pasdarên Îranê de li parêzgeha Ûrmiyê ji aliyê pasdaran ve hatibû girtin.

Dadgeha Ûrmiyê sizayê 10 sal zîndan bi ser wê endama PKKê de sepandibû.