Îranê endamekî PKKê radestî Tirkiyê kir
PeyamaKurd - Hikûmeta Îranê endamekî girtî yê PKKê ku di çarçoveya tevdîrên rûbirûbûna vîrusa nû ya koronayê (Covid-19) ji girtîgehê berdabû, radestî Tirkiyê kir û ew kes li dadgeha Wanê hat darizandin û biryara girta wî hat dan.
Li gor nûçeyên medya Tirkiyê, roja 11ê Nîsanê hikûmeta kesê ku navê wî F.D hatiye ragihandin û tê amajekirin endamekî PKKê ye, radestî hikûmeta Tirkiyê kiriye.
Rêveberiya Asayişa Wanê di daxuyaniyekê de ragihandiye, ew kes piştî şer û pevçûneke li gel hêzên Îranê, li wî welatî hatibû desteserkirin û di çarçoveya tedbîrên hikûmeta Îranê yên ji bo rûbirûbûna vîrusa Covid-19 ji girtîgehê hatibû derxistin, roja 11ê Nîsanê li sînorê parêzgeha Colemêrgê radestî Tirkiyê hatiye kirin. Di daxuyaniyê hatiye gotin, ku nasnavê rêxistinî wî kesî di nava PKKê de Argeş bûye.
Piştî radestkirinê, F.D yê bi nasnavê “Argeş” bo Wanê hatiye veguhastin û ji aliyê dadgehê ve hatiye darizandin û biryara girtina wî hatiye dan.
Rêveberiya Aasayişa Wanê ragihandiye, ku “ew endamê PKKê li xwe mikur hatiye kiriye ku li navçeyên Elbak û Qeleqlî yên parêzgeha Wanê beşdarî di çendîn êrîşên PKKê yên li dijî hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê de kiriye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin