Soylu gefa qeyûm bo saredariya Stenbolê xwar, Îmamoglu bersiv da!

06 September 2019 16:33 0 dîtin
Soylu gefa qeyûm bo saredariya Stenbolê xwar, Îmamoglu bersiv da!

PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ku bi biryara wezareta wî bi tayînkirina qeyûman dest danîbûn ser 3 şaredariyên bajarên Amed, Mêrdîn û Wanê, niha jî bo şaredariya Stenbolê gef li Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu xwar.

Soylu li ser pirsa rojnamevanan a îhtimala tayînkirina qeyûm bo Stenbolê, gotina pejmurde bo Îmamoglu û wesayîtên ku Îmamoglu wekî nîşandana îsrafa AKPê li meydana Yenikapiyê kom kirine got, “Ez ê zêdetir tiştan sibeha Yekşemê bêjim.”

Îmamoglu jî bi yek gotinê bersiv da Soylu û got, “Ez ji polemîkan nan naxwim.”

Herwiha li ser îhtimala ku wekî şaredariyên Kurdan dest deynin ser şaredariya Stenbolê jî Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Velî Agbaba bi tundî li dijî daxuyaniyên Soylu derket û got, “Ne hedê wî ye ji bo kesê ku du caran ser hev hilbijartinên Stenbolê qezenc kiriye van gotinan bêje, Mixabin hiqûq hatiye hilawistin. Bi darbeya darazê ya 6ê Gulanê dest pê kiriye re, bi darbeyeke siyasî şaredarên Diyarbekir, Wan û Mêrdînê ji kar hatin destkişandin. Em ligel serokên şaredariyên xwe ne û piştevanê wan in. Bila tiştekî wiha qet neyîne bîra xwe jî. Ev der ne serê çiyê ye, ew jî ne eşqiya ye. Lê ya ku dike eşqîyatî ye. Ma wezîrê navxwe xwe eşqiya dihesibîne?”

Herwiha hejmarek rêveberên CHPê yên din jî bi tundî li dijî daxuyaniyên Soylu derketin.