Soylu saredariya Stenbolê bi PKKê û Ocalan hedef nîsan da, Îmamoglu bersiv da...

27 December 2021 18:33 0 dîtin
Soylu saredariya Stenbolê bi PKKê û Ocalan hedef nîsan da, Îmamoglu bersiv da...

PeyamaKurd – Piştî ku Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (IBB) bi îdiaya hebûna endamên PKKê di nav karmendên IBBê de hedef nîşan da, Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî bersiva Soylu da.

Soylu piştî ku doh li ser twitterê destpêkirina teftîşa li nav şaredariya Stenbolê ragihand careke din got: “Me îxbara ku gelek kesên girêdayî terorê dixebitin wergirt. Ev mijar ne siyasî ye, pirsgirêkeke ewlehiyê ye.”

 Herwiha Suleyman Soylu îdia kir ku DIAYDER (Komeleya Meleyan a li Stenbolê) bi fermana serokê PKKê Abdullah Ocalan hatiye avakirin û got “Komeleyek heye û komeleyeke ku bi fermana Apo hatiye damezirandin. Me dît ku hinek kes ji vê derê bi referansê ketine IBBê.”

Suleyman Soylu li ser `lêpirsîna taybet` a li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dibêje: “Karê me bi şaredariya kesî re nîne, em têkoşîna terorê dikin. Eger sibe roj êrîşek ji aliyê wan ve bê, ma dê ji me napirsin hûn çi dikin?”

Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî bertek tund ji daxuyaniyên Soylu re nîşan da û got: “Ew şexsê ku li Wezareta Navxwe rûniştiye, 12ê Kanûnê li parlemenê axaftinek kiriye û îdia kiriye ku di IBB de 557 terorîst hene. Beriya rojekê jî gotibû, li seranser Tirkiyê 160 terorîst mane. Dixwazin van daneyên şaş bi bîra wezîrê birêz bixim.”

Îmamoglu herwiha bal kişand ser nameya Ocalan ya dema hilbijartinên şaredariyê ji aliyê deshilata AKPê ve hatibû xwestin û xwendin jî û got, "Ew nameya beriya hilbijartinên 31ê Adarê nameyeke şermê ye ku ji bo reqîbê min bi ser bikeve ji girtîgehê hatiye xwestin.”

Îmamoglu got ku wî jî name ji Serokomar Erdogan re ji bo agahdariyê şandine, lê belê nameyên wî ne wekî wê nameyê yên jê şerm bê kirin in û ew dê ji niha û pê de jî nameyên xwe bi zimanekî agahdarkirin û rêzdarî bişîne.