Soylu: Selahedîn Demîrtas “kesekî terorîst e” û nabe were berdan

24 December 2020 14:29 0 dîtin
Soylu: Selahedîn Demîrtas “kesekî terorîst e” û nabe were berdan

PeyamaKurd Li ser biryara azadkirina Selahedîn Demîrtaş a ji aliyê DMMEyê ve, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu got, biryara DMMEyê pûç û bê wate ye!

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu, li Enqerê di civîna asayişê de axivî û diyar kir:

‘‘Biryara Dadgeha Mafên Mirova ya Ewropayê pûç û bê wate ye.’’

Herwiha Soylu destnîşan kir, Ewropa dijminantiya Tirkiyê dike. Ewropa bi vî rengî nikare xwe pak bike.

Soylu da zanîn:

‘‘Selahedîn Demîrtaş “kesekî terorîst e” û nabe were berdan.’’

Serkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan jî, do biryara DMMEyê ya bo azadkirina Demîrtaş red kiribû.

Dadgeha Mafên Mirova ya Ewropayê, pêr bang li Tirkiyê kir Selahedîn Demîrtaş berde.

Demîrtaş, ji payîza sala 2016an ve heta niha di girtîgehê de ye.