26 terorîst li parêzgehên Kerkûk, Selahedîn û Enbarê hatin desteserkirin

16 July 2022 16:59 0 dîtin
26 terorîst li parêzgehên Kerkûk, Selahedîn û Enbarê hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Ajansa Ewlekariya Netewî diyar kir, 26 terorîst li parêzgehên Kerkûk, Selahedîn û Enbarê hatine desteserkirin.

Ajansê bi daxuyaniyeke da zanîn, li ser bingeha zanyariyên istixbaratî yên rast û li gorî fermanên girtina dadwerî, Ajansa Ewlekariya Niştimanî li parêzgeha Enbarê 12 terorîst girtin ku di armanckirina hêzên ewlekarî û sivîlan de li bajarên cuda yên parêzgehê beşdar bû.

Herwiha di daxuyaniyê de hat eşkerekirin,  hêzên me li Kerkûkê kemîneke tund danîne û karîne şebekeke terorîstî ya ku ji 7 hêmanan pêk tê têkbişkîne û wan bigire û got: “Terorîstan li navçeyên cuda cuda alîkariya lojîstîk ji çekdarên DAIŞê re dikirin.”

Di berdewamiyê de ragihandiye: “Li herêmên başûrê Selahedîn, yekîneyên wê rêxistinê karîn 7 terorîstan piştî şopandina liv û tevgerên wan û cihên ku lê çalak in girtin, yek bi yek bên girtin."

Herî dawî hat destnîşankirin, hemû terorîst sewqî meqamên edlî hatin kirin da ku li dijî wan tedbîrên hiqûqî bên girtin.