Kerkûk | Li Pirdê 5 terorîstên DAÎSê hatin kustin
PeyamaKurd - Dezgeha Dije Terorê ya Iraqê bi daxuyanikê ragihand ku di operasyoneke hêzên de li Kerkûkê 5 terorîstên DAIŞê hatine kuştin.
Di daxuyaniya ku îro înê 7ê Tîrmehê hatiye belavkirin de tê gotin; ji aliyê Dezgeha Dije Terorê ya Iraqê ve li nehiya Pirdê ya navçeya Dûbiz a parêzgeha Kerkûkê operasyonek hatiye kirin û di encamê de şer di navbera hêzên wan û terorîstên DAIŞê de derketiye.
Hat diyarkirin ku di wê operasyonê de "5 terorîstên DAIŞê" hatine kuştin.
Dezgeha Dije Terorê daye xuyakirin ki ew dê operasyonên xwe yên jiholêrakirina paşmahiyên DAIŞê berdewam bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin