Stoltenberg bo Papa: Nabe teslîmbûna Ukraynayê bê xwestin!

12 March 2024 18:16 0 dîtin
Stoltenberg bo Papa: Nabe teslîmbûna Ukraynayê bê xwestin!

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, li ser daxuyanî û bangewaziya Papa Francis a bo rawestandina şer bilindkirina ala spî ji aliyê Ukraynayê ve, bertek nîşan da.

Stoltenberg li Brukselê ji Reutersê re ragihandiye ku ew beşdarî şîroveyên Papa yên li ser bidawîkirina dagirkeriyya Rûsyayê li ser Ukraynayê nabin.

Stoltenberg got: “Ger em çareseriyeke mayînde ya aştîyane û bi muzakereyan dixwazin, rêya vê piştevaniya leşkerî ya Ukraynayê ye.”

Herwiha Stoltenberg destnîşan kir, “Tiştên li ser maseya muzakereyê dibin, yekser bi hêzên li qada şer re têkildar in” û got, ne ew dem e ku teslîmbûna Ukraynayê li hember Rûsyayê bê xwestin.