Stoltenberg: Hevdîtina herdu welatan, dê berdewam be
PeyamaKurd- Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand ku piştî Swêd bibe endamê NATOyê, dê hevkariya Tirkiye û Swêdê berdewam bike.
Jens Stoltenberg, beriya vekirina fermî ya Lûtkeya NATOyê ya li paytexta Lîtvanyayê Vilniusê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Stoltenberg got, "Ev lûtkeya dîrokî ye, ji ber ku me lihevkirinek ku dê endambûna Swêdê ya tam di tifaqê de mîsoger bike. Endamtiya Swêdê hem ji bo Tirkiyeyê, hem jî ji bo herêma Baltîkê û hem jî ji bo NATOyê dê baş be.”
Sekreterê NATOyê, li ser pirsa balafirên şer ên F-16 ên ku Tirkiye plan dike ku ji Amerîkayê bikire, bal kişand ku peymana duh li ser peymana sêalî ya ku par li Madrîdê hatibû destnîşankirin hatiye çêkirin û got,
"Lihevkirineke din tuneye. Peymana duh jî wekî Madrîdê ji raya giştî re hat eşkerekirin. Ya baş ew e ku me rê li ber endamtiya tam a Swêdê amade kiriye. Serokomar (Recep Tayîp) Erdogan û Serokwezîr (Ulf) Kristersson ku duh destûr dabûn ku Swêd bibe endama tam û ez spasiya xwe ji bo nêzîkatiya wan a avaker a ji bo qebûlkirina protokola endamtiya Swêdê ji aliyê Tirkiyeyê ve dikim."
Stoltenberg, li ser pirsa “Gelo NATO dê bibe garantorê sozên Swêdê” jî got ku "Ez bawer im ku Tirkiye û Swêd dê li gorî peymanê tevbigerin. Ez bawer dikim ku ev yek dê piştî endamtiyê jî berdewam be.
Me ji Madrîdê heta niha gelek caran têkoşîna li dijî terorê nîqaş kir. Ev nîşaneya pabendbûn û lihevhatineke mayînde ye ku piştî endamtiya Swêdê ya tam dê hevkarî berdewam bike."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin