Stoltenberg: "Serê niha li Awrûpayê çêdibe, dibe sibê li Asya çêbibe

18 February 2023 20:46 0 dîtin
Stoltenberg: "Serê niha li Awrûpayê çêdibe, dibe sibê li Asya çêbibe

PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê NATO yê Jens Stoltenberg 2 roje tevlî konferansa li Almanya li bajarê Munihê dibe û îro di konferansa ewlehiyê ya Munîhê de axaftinekî kir. Stoltenberg got ku şerê niha li Awrûpayê çêdibe, dibe sibê li Asya bibe. Şerê li Ûkraynayê nîşan dide ku ewlehî ne herêmiye lê kureyiye. Stoltenberg weha got:

“Şerê Rûsya li hemberê Ûkrayna dewam dike. Hevkarên NATO yê di derbarê îşxala Rûsya de agahiyan parvekirin. Bi mehan ji bo Rûsyayê bixin nav dîplomasiyê em xebitîn. Lê ew êrîşê bijart. Em ji niha de dikarin ji şer dersan derxin. Bi taybetî divê em destekê bidin Ûkraynayê û zêdetir bikin. Di plana Putin de aştî tineye. Şerê zêdetir dixwaze. Bi sed hezaran leşkeran dişîne eniyan. Abroiya Rûsya her diçe li ser bingeha şer dirûne. Ji ber wê jî ji bo Ûkrayna bibe serbixwe û mafên xwe bidest bixe, çi pêdiviya wê hebe divê em bidinê. Talûka herîmezin di qezenckirina Rûsya de ye.”