Sûdanî, di derbarê PDK û YNKê de daxuyanî da
PeyamaKurd- Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî ragihand ku di cîbicîkirina rêkeftina Bexda û Hewlêrê de misogerkirina aramiya siyasî di navbera Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de faktoreke girîng e.
Mihemed Şîa Sûdanî, amaje bi pêwendiyên di navbera hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê de jî kir û got, "Rêkeftina siyasî ya Hevpeymaniya Desthilatdar a Herêma Kurdistanê, pabendiyeke yasayî û cîbicî ye. Hikûmet bi van pêkanînan ve girêdayî ye û li gorî destûr û yasayê cîbicî dike. Ji bo şopandina van peymanan komîteyeke wezîran hat avakirin."
Sûdanî bal kişand ser wê yekê ku divê pirsgirêk bi awayekî ku hemû Iraqî jê sûd werbigirin bên çareserkirin û axaftina xwe bi vî awayî berdewam kir:
"Pirsgirêkên li bendê bûn, ji hikûmetekê derbasî hikûmeteke din bûn. Ji bûdceyê bigire heta qanûna neft û gazê ya ku hemû tedbîr û polîtîkayên di derbarê çavkaniyên neft û gazê de bi rê ve dibe, heta pirsgirêkên sînor û deriyên sînor, ev hemû dikarin bên çareserkirin. Ez ne dûrî pêvajoya siyasî me, ez ligel hemû hikûmetan bûm."
Sûdanî amaje bi pêwendiyên PDK û YNKê jî kir û got, aramiya siyasî ya navbera PDK û YNKê, li Herêma Kurdistanê ji bo cîbicîkirina rêkeftinan faktoreke girîng e. Li ser lihevkirin û yekîtiya Herêma Kurdistanê cidî ye. Li Herêma Kurdistanê jî di pratîka ku ji aliyê hikûmetê ve ji bo pêkanîna peymanê tê meşandin de neyeta baş jî heye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin