Sûdanî ferman da artêsê: Xwe ji bo 14-20ê Berfanbarê amade bikin

14 December 2023 01:51 0 dîtin
Sûdanî ferman da artêsê: Xwe ji bo 14-20ê Berfanbarê amade bikin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê û hem serfermandarê Iraqê Muhammed Şiya Sudani, bi sedema hilbijartina meclisên bajaran ya ku wê di 18ê Berfanbarê de bibe, ferman da artêşê da ji bo rojên 14-20 ê Berfanbarê di amadebaşiyê de bin.

Li gor ragihandina ajansa fermî ya Iraqê; Sûdanî temamê îzna nava artêşê daye rawestandin û artêşê xistiye nav alarmê. Leşkerên ku niha di îznê de ne, wan jî paşde xwestine û ji bo xwarina leşkeran ferman daye ku amadekariyê bikin.

Di 18ê mehê de wê ji 23 milyonan zêdetir hilbijêr herin ser sindoqan ku hilbijêrên Kurdistanê ne di nav vê jimarê de ye.

Komîsyona serbixwe ya hilbijartinê 48,040 îstayon ji bo hilbijartinê destnîşan kiriye ku dike 7.765 navendên dengdanê.