Lukasenko ferman da artêsê : Ji bo ser amade bin

04 May 2022 21:42 0 dîtin
Lukasenko ferman da artêsê : Ji bo ser amade bin

PeyamaKurd – Serokê Belarûsê Aleksandr Lukaşenko do ber destê êvarê bi rêya telefonê bi serokê Rûsyayê Valdirmir Putin re axifî û piştî axaftinê ji artêşa Belarûsê re ferman da û got; ji bo şer amade bin. Li ser fermanê artêşa Belârûsê dest bi tetbîqata xwe kir. Niha herkes diçe ciyê tetbîqatê.

Wezareta bergiriyê ya Belarûsê bi yek carê ragihand ku artêş dest bi tetbîqatê kiriye. Wezaret got ku bi yek carê dest bi kontrola artêşê kirine, yekîneyên leşkerî û yekîneyên jêrtir divê amade bin ji bo çûna ciyên diyarkirî, şer û perwerda şer. Wezareta bergiriyê weha dewam kir:

“Armanca kontrolê ewe bê leşker ji bo krîzekî amade be da karibe mudaxele bike û divê şiyanên leşkeran bên zanîn. Hêzên tên kontrolkirin hêzên hewayî û yên bejayiyê ne û divê karibin li hemberê şer û tehdîdan diberxwe bidin û ev mijar mijarekî tevliheve.

Xebatên leşkerî yên tênkirin yên herî bi bandorin lê ji bo Awrûpa an welatekî dinê yê cîran ti carê tehdîd nîne.”