Sûdanî, ji bo hevdîtinan derbasî Hewlêrê dibe

13 March 2023 17:00 0 dîtin
Sûdanî, ji bo hevdîtinan derbasî Hewlêrê dibe

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ji Herêma Kurdistanê hatin ragihandin, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, diçe paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê da ku hevdîtinên siyasî bike.

Di agahiyên hatin ragihandin de hat eşkerekirin ku sibê Serokwezîrê Hikûmeta Iraqê, derbasî Hewlêrê dibe û dê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bicive.

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, tê payîn ku piştî hevdîtinên ligel serkirdeyên Herêma Kurdistanê, Sûdanî derbasî Silêmaniyê bibe û tevlî forûma ku li Zanîngeha Amerîkan a li Silêmaniyê tê lidarxistin, bibe.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, beriya niha di meha mijdarê de jî axivî bû û di derbarê pêwendiyên navbera Bexda û Hewlêrê de gotibû ku

“Her çi pirsgirêk di navbera Bexda û Hewlêrê de hebe, çareseriyên wê jî hene.”