Wezîrê Avusturya ji Bexdayê derbasî Hewlêrê dibe

12 September 2023 19:01 0 dîtin
Wezîrê Avusturya ji Bexdayê derbasî Hewlêrê dibe

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 12ê îlonê êvarê Wezîrê Derve yê Avusturya (Nemsa) piştî hevdîtinên xwe yên li Bexdayê, bi serdaneke fermî dihîje Hewlêrê.

Hate diyarkirin ku êvara îro sêşemê 12ê ÎlonêWezîrê Derve yê Nemsayê Alexander Schallenberg bi serdaneke fermî bi rêya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê digihe Herêma Kurdistanê û dê ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bicive.

Hêjayî gotinê ye, pêwendiyeke dîrokî ya Nemsayê ligel Herêma Kurdistanê heye û berî niha jî ofîsa bazirganiyê ya Avusturya li Hewlêrê hatibû vekirin û Rêyên Asmanî yên Nemsayê jî ji sala 2006an ve geştên rasterast ligel Herêma Kurdistanê dikin.

Herwiha Rêya Asmanî ya Nemsa yekem kompaniya balafirxaneya Ewropî ye ku geştên asmanî yên rasterast di navbera Hewlêr û welatên din ên cîhanê de daye destpêkirin.

Wezîrê Derve yê Nemsayê Alexander Schallenberg, doh jî li Bexdayê bi berpirsên Iraqê re hevdîtin kirin û piştî zêdetirî 30 salan, vekirina balyozxaneya welatê xwe li Iraqê ragihand.