Suleyman Soylu: Kesê bûye sedema guleyên li camên IYI Partiyê ketine hat girtin
PeyamaKurd – Kesê ku goya êrîşê baregeha Îstenbolê ya İYİ partiyê kiriye hat girtin. Wezîrê karên navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu mijarê di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand. Daxwuyaniyekî jî ji rêvebiriya asayîşa Îstenbolê hat kirin. Li gor asayîşa Îstenbolê; bûyer êrîş nîne, li deverê di avahiyeka ku înşaate, h,nek kes xwestine ku tê de diziyê bikin û ji bo nehêle diz xwe nêzî înşaatê bikin û birevin, bi sîlih li wan daye.
Siet di 04.52 yê sibê de erebeyekî ku di rê de diçû, sîlih berdane. Dema serê sibê siet di 10.00an de wezîfedarên İYİ partiyê diçin avahiya xwe, dibînin ku di camê de ciyê gulan heye û polîs agahdar dikin. Polîs diçe partiyê û lêkolîn dike. Di caman de ciyê şopa guleyan tesbît dike.
Wezîrê karên navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu di ser hesabê xwe yê medya civakî de mijarê weha ragihand:
“Polîsê Tirk digre. Li ser guleyên ku li camên İYİ partiyê ketine, kesê kiryarê kiriye hatiye desteserkirin. Kesên ku sûcdariyê dikin, divê di sûcdarkirinê de bi hezir tevbigerin. Wezîfa me girtine. Bi dewlet û polîsên xwe bawer bin. An hun ê mehcûb bibin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin