Wezîr Suleyman Soylu li ser pasaporta taybet (kesk) axifî

06 May 2023 20:15 0 dîtin
Wezîr Suleyman Soylu li ser pasaporta taybet (kesk) axifî

PeyamaKurd – Wezîrê karên hundir yê Tirkiyê Süleyman Soylu ragihand ku gotinên wî yên di derbarê pasaporta kesk (taybet) de, bi zanîn tevîhev kirine û di ser hesabê xwe yê medya civakî de daxwuyaniyekî da. Soylu got:

“Pasaporta kesk ji bo hemwelatî di nav dewletan de bigerin mafekî wan yê rewaye. Makînên derew yên medya civakî car din di bazarê de digerin. Pasaporta kesk ji bo hemwelatî di navbera dewletan de bigerin mafekî rewaye ku dane wan. Kî dikare wê pasaportê bişstîne di qanûn de aşkeraye. Paşde sitendina wan an betalkirina wan ne mumkune.

Min behsa şertan, danîna sînoran û rewşa ku ji jimaran derbas bibe got. Lê medya derewîn ya Bay Kemal, weka her wextê ye.”