Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu serdana Idlibê kir

06 February 2022 11:35 0 dîtin
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu serdana Idlibê kir

PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Suleyman Soylû, piştî kuştina xelîfeyê DAIŞê Ebû Îbrahîm el-Haşimî el-Qureyşî bi operasyona Amerîka bi du rojan serdana Idlibê kir.  

Hat ragihandin ku Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Suleyman Soylû û Serokê Rêvebiriya Afet û Rewşa Lezgîn (AFAD) Yûnûs Sezer li Îdlîbê li ser xaniyên têne çêkirin lêkolîn kirin.

Hat zanîn ku herêmên ku Soylû serdana wan kiriye, di bin kontrola rêxistina tundrew a Îslamî Heyet Tehrîr El Şamê de ne. 

Li gorî zanyariyan, cihê ku Soylû serdana wê kiriye, bi qasî çend kîlometreyan dûrî cihê ku di 3yê Sibatê Xelîfeyê DAIŞê Ebû Îbrahîm el-Haşimî el-Qureyşî lê hatibû kuştin e.