Suleyman Soylu seredana Partîkê Ermeniyên Tirkiyê Sahak Masalyan kir

26 April 2023 22:19 0 dîtin
Suleyman Soylu seredana Partîkê Ermeniyên Tirkiyê Sahak Masalyan kir

PeyamaKurd – Wezîrê karên navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu li Îstenbolê li navça Fatihê seredana patrikxana Ermeniyan kir û ji bo desteka di erdhejê de sipasiya patrîk Maşalyan kir. Wezîr Soylu got:

“Tevgerekî pir xweşe ku bi civaka Ermeniyan re em çawa dixebitîn, çawa alîkariyê didan hev û hatina we ya wê derê û destekdana raste rast ya alîkariya erdhejê mînakekî gelek girîng e.

Min ji we re slavên serokomar Recep Tayip Erdoğan aniye, weka her roj, em îro jî di meseleyên we de bi were ne. Em mecbûrin ji vê derê vê mînakê nîşanî temamê dinyayê bidin. Divê em medeniyeta Anedolê, jiyana bi hev re û xwurtbûnê tev nîşan bidin.”

 Patrîk Maşalyan piştî cejna Remezanê ya Soylu pîroz kir, xwest ku birînên erdhejê zû bên pêçan. Maşalyan got:

“Bi xebat û desteka we inşallah hemwelatiyên me yên devera erdhejê vegerin jiyana xwe ya normal. Wê ne hêsan be lê em tev yek welatin û yek dil in. Em ê tev bi hevre ji heqê wê bêne der. Taybetmendiya yek welatekî û yek milletekî ev e.”