Suleyman Soylu serdana xwe ya Idlibê betal kir!
PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu piştî xwepêşandanên li Îdlibê, serdana xwe betal kiriye.
Çavdêriya Sûrî ya jibo Mafên Mirova (SOHR) ku navenda wê li Londonê ye, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û got, "Piştî xwepêşandanan, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê serdana xwe ya Idlibê betal kir."
Soylu meha borî çûbû Çobanbey, Girê Spî (Tel Abyad) û El Babê.
Piştî ku Tirkiyê bi rêveberiya Sûriyê re dest bi danûstandinan kir, rêxistinên çekdar ên cîhadîst ku heta niha piştgiriya wê dikir, li herêmên wekî Idlib û El-Bab xwepêşandan li dar xistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin