Sedema betalkirina serdana Reîsî ya Tirkiyê eskere bû
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan di civîna çapemeniyê ya li Tehranê de nirxandin kirin.
Ebdullahiyan sedema paşxistina serdana çaverêkirî ya pêr, ya serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ji bo Tirkiyê jî eşkere kir.
Abdullahiyan li ser pirsa li ser taloqkirina serdana Reîsî ya Tirkiyeyê wiha bersiv da:
“Diviyabû serdana fermî ya Raîsî bo Enqerê bihata kirin, lê civîna Encumena Asayişa Navdewletî ya li ser rewşa Xezzeyê û vexwendina wezîrên derve yên Îran û Tirkiyê bû sedem ku ev serdan were paşxistin.
Serokên her du welatan di pêwendiya telefonî de li hev kirin ku ev serdan bo çend rojan were paşxistin û giringî bi civîna Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî were dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin