Sullivan: “Amerîka ji biryara Tirkiyê ya endamtiya Fînlandiyayê raziye”
PeyamaKurd – Şêwirmendê Ewlehiya Netewî yê Koşka Sipî Jake Sullivan, ragihand ku Amerîka ji biryara Tirkiyê ya di meclisê de ku endamtiya Fînlandiyayê daye destpêkirin gelek raziye. Li ser mijarê Sullivan weha got:
“Em ji Tirkiyê gelek razîne ku serokkomar Erdoğan ragihand ku wê protokolên ji bo endamtiya Fînlandiyayê yên NATO yê bişîne meclisê. Em bende ne ku pêvajo rojek zûtir biqede. Em Tirkiye dawet dikin ku protokolên Îsveçê jî zûtir biqedîne. Îsveç û Fînlandiya ku du dewletên ku qedr û qiymetên NATO yê parvedikin, wê hevkariyê xwurt bikin, wê destekê bidin Awrûpayê û dikarin Awrûpayê xwurt bikin. Amerîka bawer dike ku her dû dewlet divê bibin endamên NATO yê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin