Sûriye | Civîna Cenevre ya Tirkiye, Îran û Rûsyayê bi ser neket

19 December 2018 15:01 0 dîtin
Sûriye | Civîna Cenevre ya Tirkiye, Îran û Rûsyayê bi ser neket

PeyamaKurd - Ji civîna Cenevreyê ya wezîrên karên derve yên welatên Rûsya, Îran û Tirkiyê ku garantorên pêvajoyên Astan û Soçiyê bûn, encamek derneket.

Di civîna ku Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mistura jî digel wezîrên derve yên Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, yê Rûsyayê Sergey Lavrov û yê Îranê Cewad Zarîf beşdarî kir de, li ser lîsteyên komîsyona destûra Sûriyê û pîvanên wê ti pêşketinek çênebû.

Li gor zanyariyan, civîna hersê welatan bêyî ku ti pêşveçûnek çêbe bidawî bûye û gûftûgoyên li ser dosyeya Sûriyê bo rojeke din hatiye taloqkirin.

Hêjayî gotinê ye, ji bo proseya siyasî ya krîza Sûriyê li Cenevreyê li ser bingeha komîteyên destûra nû ya Sûriyê dest pê bike, pêwîstî pê heye ku bi qebûlkirina hemû aliyên pêwendîdar pêşnûmeya komîteyên avakirina destûrê were ragihandin.