Sûriye: “Heya îsxala Tirkiyê ji ser Sûriyê ranebe, wê têkiliyên me normal nebin”

15 January 2023 00:36 0 dîtin
Sûriye: “Heya îsxala Tirkiyê ji ser Sûriyê ranebe, wê têkiliyên me normal nebin”

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Sûriyê Faysal Mikdad, bi, hemkarê xwe yê Îranê bi Abdullahiyan re civîna çapemeniyê lidar xist û got:

“Heya îşxal ranebe, nabe ku em behsa têkiliyên normal bi Tirkiyê re bikin.”

Wezîrê karên derve yê Îranê Huseyin Emir Abdullahiyan ji bo seredaneka fermî çûbû Şamê û piştî hevdîtina bi serokê Sûriyê Beşer Esed re, berya ji Şamê here, bi wezîrê karên derve yê Sûriyê re bi Faysal Mikdad re derket ber çapemeniyê. Mikdat ragihand ku bi hemkarê xwe re li ser mijarên têkiliyên duqolî û herêmê axifîne û weha got:

“Xeyal bikin ku hevkarekî we yê weka Komara Îslamî ya Îranê tine, wê çi bibûya? Em ji bo nexşerêya xwe ya têkiliyên navbera her dû dewletan civiyan. Rêvebiriya Tehranê yekîtiya axa Sûriyê û hukumraniya wê teyîd kir.

Grûbên bi desteka Tirkiyê li Cezîre û Hasekiyê ava şebeka wan birîne û xelkê bê av hiştine. Em ji wan ên ku avê birîne re dibêjin, wê di wextekî nêz de vê siyaseta wan bi dawî were.”

“ Hevdîtinekî bi terefê Turk re, divê rêz li yekîtiya axa Sûriyê û desthilata wê bê girtin, îşxalê bi dawî bikin û desteka terorê biqedînin. Berya Esed û Erdoğan hev bibînin, divê sedemên nelkevkirinê ji ortê rabin. Ji bo wê divê şertên hevdîtinên di asta bilind de bên afirandin. Nabe ku heya îşxal ranebe têkilî normal bibin. Ji sala 2011an heya niha, di temamêm hewlên me de em dixwazin terora ku têkiliyên me bi Tirkiyê re xerab dikin biqedînin.”

Wezîrê karên derve yê Îranê Abdullahiyan jî ragihand ku têkiliyên Îranê di seha enerjiyê û di sehayên din de bi Şamê re dewam dikin. Abdullahiyan got ku Îran tercîha diyaloga siyasî ya Tirkiyê û Sûriyê dikin, ew amade ne çareseriyekî siyasî pêşkêş bikin û ew dixwazin di mijarê de alîkariyê bikin.

Huseyin Emir Abdullahiyan, ragihand ku serokê Sûriyê Beşer Esed, serokê Îranê Reîsî dawetî Şamê kiriye û ji bo ziyaret bicîh were, ji destê wî çi were dê bike.