Sûriye: Em ê Amerîka û Tirkiyê ji Sûriyê derxin!

29 March 2018 13:52 0 dîtin
Sûriye: Em ê Amerîka û Tirkiyê ji Sûriyê derxin!

Şêwirmenda Serokkomariya Sûriyê Buseyna Şaban axaftineke kir û got ku em ê Amerîka û Tirkiyê ji Sûriyê derxin.

Şaban di axaftina wiha berdewam kir. Em ê Sûriyê ji hêzên terorîst paqij bikin. Em ê hêzên Amerîka û Tirkiyê jî ji vî welatî derxin. Em ji dil dibêjin, ji vê biryarê veger nîn e.

Heta niha gelek caran rejîma Sûriyê ji Amerîka û Tirkiyê dixwaze ku ji axa wê derkevin, lêbelê her du jî hebûna terorîstan dikin sebeb û bi ya Sûriyê nakin.