Sûriye | Îsraîlê bi helîkopterekê êrîsî milîsên Îranê kir

06 May 2021 15:20 0 dîtin
Sûriye | Îsraîlê bi helîkopterekê êrîsî milîsên Îranê kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Îsraîlê şeva borî piştî êrîşên ser Hema û Lazîqiyê li Sûriyê, bi helîkopterekê moşek avêtiye ser devera Quneytîrayê.

Li gorî ragihandina ajansa fermî ya rejîma Sûriyê SANAyê hêzên asmanî yên Îsraîlê piştî êrîşên rojek berê yên ser gundewarên Hema û Lazîqiyê, şevê din jî êrîşek biriye ser bajarokekî Quneytîra yê başûrê Sûriyê.

Çavkaniya diyar kiriye ku şevê din helîkoptereke Îsraîlê deverek li bajarokê Cebata El-Xeşeb a gundewarên Quneytîrayê bi moşekekê hedef girt ku tê texmînkirin çekdarên bi ser Îranê ve hatine armanckirin.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) daye xuyakirin ku di bombebarana Îsraîlê ya li ser gundewarên Hema û Lazîqiyê de kuştî û birîndar hene.