Suriye: Tirkiye dixwaze bi hincetan li dijî Suriyeyê gavan bihavêje

16 November 2022 15:30 0 dîtin
Suriye: Tirkiye dixwaze bi hincetan li dijî Suriyeyê gavan bihavêje

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve û Koçberiyê yê Suriyeyê Feysel Miqdad, bi rêya rojnameya El-Wetan a Suriyeyê, li ser êrîşa li Stenbolê axivî. Miqdad diyar kir ku nabe ev bûyer wekî hincet li dijî Suriyeyê bibe sedema havêtina gavan.

Feysel Miqdad, di roportaja ku da rojnameyê de li ser teqîna ku di 13ê Mijdarê de li Stenbolê çêbû de axivî û bi rêya vê roportajê, hişyarî li rayedarên Tirkiyeyê kir ku bûyera li Stenbolê wekî hincet li dijî Suriyeyê bi kar neynin.

Wezîr di axaftina xwe de bal kişand ser aloziyên heyî yên navbera Tirkiye û Suriyeyê û wiha got,

“Heger rêveberiya Tirkiyeyê dixwaze bûyerên bi vî rengî li dijî Sûriyê bi kar bîne, ew dizanin ku yên terorîst şandine Sûriyê, ew in. Wan bi deh hezaran, dibe ku bi sed hezaran, terorîst şandine Sûriyeyê, lewra nabe ku ew bûyerên bi vî rengî bikin hincet da ku ji bo pêkanîna çalakî û gavên ku rewşa heyî aloztir bikin û biteqînin.”

Wezîr Miqdad, li ser daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu jî axivî û got,

“Em daxuyaniyên wan dibihîsin, lê ev yek dikare bi têkbirina terorê dest pê bike. Divê Tirkiye ji bo rawestandina piştgirîkirina terorê, vekişîna leşkerên xwe ji nav xaka Sûriyeyê û rawestandina piştgirîkirina Cebhet El-Nusra û IŞÎDê gavan bihavêje.