Swêd: Divê ev qanûn, Tirkiyeyê qanih bike
PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Tobias Billstrom, li ser qanûna nû ya têkoşîna li dijî terorê ya ku dê vê hefteyê bikeve meriyetê axivî.
Tobias Billstrom, li ser vê mijara vê qanûnê ji bo rojnamevanan axivî û got ku "Ev qanûna nû dê di qanûnên me yên têkoşîna li dijî terorê de valahiyekê dagire. Berê Swêdê beşdarbûna rêxistina terorê qedexe nekiribû. Em ê niha bikin."
Billstrom da zanîn ku qanûna nû sozên ku Swêdê li Madridê dabûn temam dike û got ku bi rêziknameya nû dê lidarxistina civînan, dayîna alîkariyên lojîstîk an darayî û heta dayîna xwarinê ji komên neqanûnî re dijqanûnî bike.
Lê belê wezîrî di axaftina xwe de diyar kir ku çarçoveyek berfireh a qanûnê fikaran li ser wê yekê zêde dike ku gelo azadiya derbirînê û mafên din ên bingehîn dê li Swêdê werin binpêkirin yan na.
Billstrom bal kişand ser wê yekê ku ew hêvî dike ku civîna NATOyê ya ku vê hefteyê li Osloyê bê lidarxistin, hewcedariya bi lez û bez ketina nav NATOyê nîşan bide û got,
"Ez hêvî dikim ku peyamên zelal derkevin holê ku Swêd di nav malbata NATOyê de bê qebûlkirin û tê çaverêkirin ku em beriya Vilnusê bibin endam.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin