Swîsre di Eurovisionê de bû yekem, Îsraîl jî bû 5emîn
PeyamaKurd – Di pêşbirka Stranan a Eurovision 2024ê de stranbêja Swîsreyî li ser navê welatê xwe bû yekem.
Di 68emîn Pêşbirka Stranan a Eurovisionê de ku li bajarê Malmo yê Swêdê hat lidarxistin de, di fînalê de 25 welat ketin pêşbirkê.
Nemo bi strana 'The Code' pileya yekemîniyê bi dest xist
Nûnera Swîsreyê Nemo bi strana “The Code” di Pêşbirka Stranan a Eurovision 2024ê de bi 591 puanan pileya yekemîniyê bi dest anî.
Nemo xelata xwe ji destê stranbêja Swêdî Loreenê ya ku par di Eurovisiyonê de bûbû yekem girt. Nemo dema wergirtina xelatê got: “Gelekî spas, hêvîdar im ev pêşbirk soza xwe bi cih bîne û ji bo rûmet û aştiyê têbikoşe.”
Di pêşbirkê de Xirwatistan bi 547 puanan duyemînî û Ukraynayê jî bi 453 puanan pileyên sêyemîniyê bi dest xistin.
Tevî protestoyan jî Îsraîl bû 5emîn
Dema birêveçûna Eurovisonê beşdarbûna Îsraîlê, li bajarê Malmoyê yê Swêdê bi rojan hatibû protestokirin.
Hêjayî gotinê ye, stranbêja Îsraîlî Eden Golan di fînalê de di bin protesto û drûşmên “Filistîna Azad” de derket ser dikê ku nûnera Îsraîlê dîsa jî bi 375 puanan bû 5emîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin