Swîsre dixwaze danûstandinên bi Yekîtiya Ewropayê re ji nû ve bide destpêkirin
PeyamaKurd – Swîsreyê ragihand, ew dixwazin pêvajoyê bi dawî bikin da ku danûstandinên bi Yekîtiya Ewropayê (YE) re di 3 mehên pêş de ji nû ve destpê bikin.
Di daxuyaniya nivîskî ya hikûmeta Swîsreyê de hat ragihandin, hevdîtinên lêkolînê yên dawî yên bi Brukselê re dînamîkên erênî nîşan didin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, zêdetirî 20 hevdîtinên di navbera rayedarên Swîsre û Yekîtiya Ewropayê de bûne alîkar ku rewşa têkiliyan zelal bibe.
Hikûmet dixwaze di sê mehên pêş de pêvajoya ku ji bo jinûve destpêkirina muzakereyên bi YE re pêwîst e bi dawî bike.
Balyoz Livia Leu, Sekretera Dewletê ya Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê, ji bo temamkirina zemîna hevpar a danûstandinan di çarçoveya danûstandinên berdewam ên bi YE re hate wezîfedarkirin.
Biryar e gera din a danûstandinên şêwrê di 20ê Nîsanê de li Brukselê were lidarxistin.
Hevdîtinên teknîkî yên di navbera YE û Swîsreyê de her hefte berdewam dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin