Ta ya Dangê li Sri Lankayê bû sedema 120 kes mirin

16 December 2019 23:40 0 dîtin
Ta ya Dangê li Sri Lankayê bû sedema 120 kes mirin

PeyamaKurd- Li her derê dinyayê nexweşîna tayê rabûye lê ta ya bi navê Dangê li welatê Sri Lankayê bû sedema ku 120 kes mirin. Ev rêje ji serê salê heya nihaye. Serokê Yekîtiya Xebatkarên Tenduristiyê ya Sri Lankayê Haritha Aluthge peyam da rojnama mehellî ya bi navê  "Daily Mirror"ê û got ku li 10 deveran zêde nexweşîna tayê heye û bilez belav dibe û wezîrê karên tenduristiyê di mijarê de agahdar kirine.

Serokê rêxistinê Aluthge ragihand ku ji serê salê heya niha li seranserê welat 87 hezar kes bi tayê nexweş ketine û di nava wan de 120 kes mirine. Pisporên mijarê dibêjin ku sala borî ji nexweşînê 58 kes mirine lê rêjeya îsal wan ditirsîne.

Rêvebir dibêjin ku li welatê wan baran gelek dibare, lehî radibe û vîrusên nexweşîna ta ya Dangê zêdetir dibe.