Tabloya Pandemiyê: 50 wefat û 7.667 pêketiyên nûh hene
PeyamaKurd – Li gor tabloya wezareta tenduristiyê ya Tirkiyê di 19 ê tîrmehê de ji ber Kovid-19 ê 50 kes jiyana xwe ji dest dane û testên 7.667 kesan posîtîv derketine. Rêjeyên li ser tabloye wehanin:
226.513 test îro hatine kirin.
7.667 testên îro posîtîv derketine.
50 nexweş îro wefat kirine.
4.152 nexweş îro baş bûne.
Di testên posîtîv de %30 zêdebûn heye û wezaret dibêje ku bi sedema cejnê tedbîran sist nekin da kêf û xweşî nebe şîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin