Talabanî: Lihevkirina Hewlêr û Bexdayê bo îstîqrara Iraqê ye
PeyamaKurd – Cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî ragihand ku peymana navbera Hewlêr û Bexdayê wê xizmetê bo îstîqrara Iraqê bike. Talabanî di rêya online de di civîna konseya kar ya Fransa-Iraqê de axifî û got ku Kurdistan bo veberhêneran ciyekî bi ewleye.
Talabanî ragihand ku reformên hukumeta Kurdistanê bo xebata şîrketên biyanî bingeheka baş peşkeş dike û hukumeta Kurdistanê girîngiyê dide pêşketina di seha zîraetê û sanayiyê.
Di civîna konseyê de Talabanî behsa derfetan kir ku şîrketên Fransayê dikarin di her dû sehayan de veberhênanê li Herêma Kurdistanê bikin, bo veberhêneran îstîqrar gelek girînge û peyamana di navbera Hewlêr û Bexdayê de bêkirin an ku lihev bikin, dê bo berjewendiyên temamê Iraqê be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin