Talîban îdiaya DAISê ya Îranê red dike
PeyamaKurd – Talîbanê îdiaya Wezîrê Karên Derve yê Îranê ya derbarê şandina serkirdeyên DAIŞê bo Afganîstanê red kir.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Afganîstanê ya di bin rêveberiya Talîbanê de Abdul Kehar Belhî di daxuyaniyekê de diyar kir, ew bi hûrgilî li dijî DAIŞê şer dikin û got, "Eger îstîxbarata Îranê hebe ku endamên DAIŞê ji bo Efxanistanê hatine veguhestin, em hêvî dikin ku hêzên ewlekariya Afganîstanê parve bikin da ku gavên pêwîst bavêjin."
Kahar Belhî daxwaz ji rayedarên Îranê kir ku di warê aborî, siyasî û civakî de helwesteke avaker nîşan bidin. Wî her wiha diyar kir ku hikûmeta Talîbanê rê nade "kesek" ewlekariya welat tehdîd bike û "herêma xwe li dijî kesên din bikar bîne".
Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîrabdullahiyan hefteya borî di hevpeyvînekê de ligel televizyona fermî ya Îranê ragihandibû, ku di mehên dawî de serkirdeyên DAIŞê ji Iraq, Sûriye û Lîbyayê bo Efxanistanê hatine şandin û got ku ev yek ji wan kêşeyên ku Talîban pê re rû bi rû maye.
Li gorî nûçeya El Cezîre, Şaxa Xorasanê ya DAIŞê berpirsyariya hin êrîşên li Îranê girt ser xwe û ev yek jî gefa herî mezin li ser desthilatdariya Talîbanê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin